سه‌ره‌تا kurdistanî Serê Kaniyê.. Grûpên çekdaran bi “ala DAIŞê” li dijî Macron derketin

Serê Kaniyê.. Grûpên çekdaran bi “ala DAIŞê” li dijî Macron derketin

1 min read
0
28

– Li bajarê Serê Kaniyê yê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve hatiye dagîrkirin, bi ala DAIŞê û Bereya Nusrayê li dijî Fransa û Serokê wê Emmanuel Macron xwe pêşan dan.

Piştî bûyera serjêkirina mamosteyekî Fransî ku karîkatêrên li dijî “Pêxemberê Îslamê” nîşan dabûn, xwepêşandanên nerazîbûnê li gelek cihan derketin.

Li bajarê Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê yê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve hatiye dagîrkirin, bi ala DAIŞê û Bereya Nusrayê xwepêşandanên nerazîbûnê hat kirin û tê de ala Fransayê û wêneya Serokê wê Emmanuel Macron hatin reşkirin.

Xwepêşandana îro ya li Serê Kaniyê piştî wê yekê tê, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan êrîşî Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron kir.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Encûmena Wezîran danûstandinên ligel Bexdayê gotûbêj kir

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdis…