سه‌ره‌تا kurdistanî ENKS: Ji ber destwerdana PKKê guftûgoyên ENKSê û PYDê rawestane

ENKS: Ji ber destwerdana PKKê guftûgoyên ENKSê û PYDê rawestane

2 min read
0
95

Rêveberekî Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) aşkera kir, ji ber destwerdanên PKKê li guftûgoyên li gel Tevgera Demokratîk (TEV-DEM) ku PYD pêkanînerê wê yê serekî ye guftûgo rawestane.

Dema borî de pêşkeftinên berçav di guftûgoyên navbera ENKSê û TEV-DEMê de pêkhatin, çend carekan rêkeftin û nêzîkbûna li rêkeftina dawiyê hate ragehandin û çend pêngavekî kiryarî jî ber bi çareser kirina pirsgirêkên navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê hatin avêtin, lê vê dawiyê careke din guftûgoyên her du aliyan rawestan.

Rêveberê ENKSê Nûrî Birîmo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Guftûgoyên me û TEV-DEMê rawestane, yek ji sedeman jî destwerdana PKKê ya li guftûgoyane.’’

Herwaha aşkera kir di demekî ku Pêşmergeyên Roj em wek xeta sor dizanin, lê ‘’Ji me re dibêjin divê ew hêze bê mer ji HSDê re (Hêzên Sûriya Demokrat) re bê radest kirin, ev yek nayê qebûl kirin û divê rêkeftin li ser bê kirin.’’

Herwaha got, PYD di bin fişara PKKê de ye û wisa jî ti ‘’Encamekî em nagehnê.’’

Rêveberê ENKSê diyar kir ew dixwazin pêgeha kurd li Suriyê bihêz be û rêkeftinek aliyên rojavayê Kurdistanê pêkbê.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Encûmena Wezîran danûstandinên ligel Bexdayê gotûbêj kir

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdis…