سه‌ره‌تا kurdistanî Li Herêma Kurdistanê dîsa zêdetir ji hezar kesî bi Koronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê dîsa zêdetir ji hezar kesî bi Koronayê ketin

2 min read
0
86

Ji bo roja duyem, Herêma Kurdistanê zêdetir ji hezar haletên pêketina bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) tomar dike.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro de ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1 hezar û 10 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 24 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1 hezar 10 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 305 kes li Hewlêrê, 164 kes li Silêmaniyê, 28 kes li Germiyanê, 40 kes li Raperînê û 283 kes li Duhokê û 14 kes li Helebceyê ne.

Herwiha ragihand; 24 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 6 kes li Hewlêrê, 10 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 353 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 63745

Mirin: 2211

Başbûn: 38186

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Encûmena Wezîran danûstandinên ligel Bexdayê gotûbêj kir

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdis…