سه‌ره‌تا kurdistanî Firokeyên Tirkiyê gundewarê Dêrikê bombebaran kir

Firokeyên Tirkiyê gundewarê Dêrikê bombebaran kir

1 min read
0
85

Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê gundewarê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de du welatiyan canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku firokeyeke bêfirokevan a ser bi artêşa Tirkiyê îro sêşemê 20ê Cotmeha 2020an nêzîkî gundê Mezrî yê ser bi Dêrikaberavê ya Dêrikê bombebaran kir.

Herwiha hat diyarkirin ku du welatiyan di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane.

Tê destnîşankirin ku bûye demek, gelek firokeyên ser bi artêşa Tirkiyê, li esmanê bajarên rojavayê Kurdistanê difirin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Encûmena Wezîran danûstandinên ligel Bexdayê gotûbêj kir

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdis…