سه‌ره‌تا kurdistanî Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke tevgera Hîkme û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê kir

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke tevgera Hîkme û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê kir

4 min read
0
90

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi awayekî cuda pêşwazî li Serokê Encumena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan û şandeke Tevgera Hîkmeya Niştimanî kir.

Di civîna ligel Serokê Encumena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan de, sîstem û desthilata dadweriya Iraqê û kar û erkê Encumena Bilinda Dadwerî û Dadgeha Federalî û hevkarî û hemahengiya di navbera Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê û Encumena Bilinda Dadweriya Iraqê guftûgo kirin.

Her du alî tekez li ser parastina serbixweyî ya desthilata dadwerî û têkilnekirina li gel siyasetê kirin û hevrê bûn ku hevkarî û hehahengiya di navbera desthilata dadwerî li Iraqê û Herêma Kurdistanê bi ber çav girtina taybetmendiya Herêma Kurdistanê pêwîste û pesnê hevkarî û hemahengiya di navbera Encumena Bilinda Dadweriya Iraq û Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê kirin.

Di beşeke din a civînê de ku birêzan Serokê Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê û Wezîrê Dad amade bûn, babeta pêkhate û kar û erkê dadgeha federalî û mekanîzma temamkirina endamên wê û çawayiya destnîşankirina wan ya li gor rêkarên wê yên destûrî xistin ber behs û tekez li ser girîngî û pêwîstiya hemahengiya di navbera aliyên peywendîdarên ji bo vê mebestê kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên peywendîdarên desthilata dadweriya li Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî û hêvî xwest li babeta xulên fêrkirin û rahênanê da hevkariya desthilata dadweriya Iraqê ya Herêma Kurdistanê berdewam be.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna ligel şanda Tevgera Hîkmeya Niştimanî ya bi serokayetiya birêz Şêx Hemîd Mele El Sa’dî Serokê Kongreya Giştî ya tevgerê de, pêşhatên siyasî û emniyên dawî û hilbijartina pêşwext ya nû ya Iraqê û babeta dadgeha federalî û mekanîzma destnîşankirina endamên nû yên dadgehê, peywendî û kêşeyên Hewlêr – Bexda û guftûgoyên çareserkirina wan nirxandin.

Her du alî hevnerîn bûn ku pêşhatên emniyên Iraqê û gefkirina li şandên dîplomasiyê, berjewendiya welat dixine metirsiyeke ciddî û derbaskirina kêşe û qeyranan pêwîstî bi karê hevbeş û hemahengiya di navbera aliyên Iraqiyan û ber çav girtina berjewendiyên welat heye.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser amadehî û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina tevahiya kêşeyên li gel Hikûmeta Federal, li ser bingeha destûrê kir û çareserkirina kêşeyên her du aliyan û tevahiya kêşeyên navxweyiyên Iraqê bi kilîla aramiya welat da zanîn.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …