سه‌ره‌تا kurdistanî Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo gelê Kuwêtê

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo gelê Kuwêtê

1 min read
0
95

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehmed El Cabir Es Sebah peyama sersaxiyê arasteyî malbata wî û gelê Kuwêtê kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Min bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehmed El Cabir Es Sebah bihîst.

Ez sersaxiya malbata Birêz Mîr û xelkê Kuwêtê dixwazim. Dewleta Kuwêtê û bi taybetî Cenabê Şêx Sebah, peywendiyeke wî ya dostane ya bihêz ligel Herêma Kurdistanê hebû. Hemû temenê xwe ji bo xizmetkirina welatê xwe û seqamgîrkirina aştiyê li herêmê terxan kiribû.

Xwedayê mezin rûhê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilnewayî bibexşîne xelkê Kuwêtê.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …