سه‌ره‌تا kurdistanî Hejmara mirina bi Koronayê li Herêma Kurdistanê bilind dibe

Hejmara mirina bi Koronayê li Herêma Kurdistanê bilind dibe

2 min read
0
96

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 32 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe jidest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 671 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 229 kes li Hewlêrê, 90 kes li Silêmaniyê, 25 kes li Germiyanê û 302 kes li Duhokê, 25 kes li Helebceyê ne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 32 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 9 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê, 6 li Raperîn û 10 kes li Duhokê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 47137 (Hewlêr: 17379, Silêmanî: 16035, Duhok: 12062, Helebce: 1661)

Mirin: 1725 (Hewlêr: 562, Silêmanî: 876, Duhok: 250, Helebce: 37)

Başbûn: 30175 (Hewlêr: 13846, Silêmanî: 10129, Duhok: 4653, Helebce: 1547)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) re bikin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo…