سه‌ره‌تا kurdistanî Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê kir

2 min read
0
26

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Martin Huth kir.

Îro pêncşemê 24ê Îlona 2020an Mesrûr Barzanî pêşwaziya Martin Huth kir û di hevdîtinê de guhertin û pêşhatên herî dawî yên Iraqê û pêşvebirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê hatin gotûbêjkirin.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Martin Huth amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê nimûneyeke serkeftî û pêşveçûyî ye li Iraqê. Yekîtiya Ewropayê jî amade ye ji bo pêşvebirina zêdetir a peywendiyan û handana berhemhênerên Ewropî bo veberhênana li Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştgiriya Yekîtiya Ewropayê kir li Herêma Kurdistanê û tekez kir ku Herêma Kurdistanê faktoreke girîngiya seqamgîriyê ye li Iraq û herêmê. Herwiha diyar kir ku tevî qeyranên darayî jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di encamdana projeyên xizmetguzarî û cîbicîkiri
na bernameya xwe ya çaksaziyê de berdewam e, da ku Herêma Kurdistanê zêdetir pêşve bibin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Feysel Yûsif: Şanda Swêdê diyaloga ENKS û PYNKê gelek girîng dibîne

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif ragiha…