سه‌ره‌تا kurdistanî Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsolê Giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê kir

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsolê Giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê kir

3 min read
0
19

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsolê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê Klemens Semtner kir.

Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, rûbirûbûna vîrûsa Koronayê, şerê li dijî terorê û erkê hêzên Almanî li Herêma Kurdistanê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de hatin guftûgokirin. Herwiha guftûgo li ser hilbijartinên pêşwext ên dahatî yên Iraqê û dawî pêngavên guftûgoyên Hewlêr – Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkan kirin.

Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanîna Herêma Kurdistanê ji bo piştevanî û hevkariyên Almanyayê di warê serbazî û mirovî de dupat kir û amaje bi girîngî û bandora wan hevkariyan di rojên dijwar ên şerê DAIŞê de kir.

Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê, ronahî xiste ser hevkariyên mirovî yên Almanyayê ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê ne û pêşwazîkirina wê li hejmareke mezin a rizgarbûyên êzidî yên destê DAIŞê ji bo wergirtina çareseriya wan li Almanyayê. Hevdem derbarê rewşa Iraq de jî, çareserkirina pirsgirêkên navxweyî bi kilîta aramiya Iraqê bi nav kir.

Ji aliyê xwe ve, Konsolê Giştî yê Almanyayê, ji bilî tekezkirina li piştevanî û hevkariyên welatê xwe ji Herêma Kurdistanê re, pesnê rola hêzên Pêşmerge û rola Herêma Kurdistanê di şikandina DAIŞê û hewandina xelkê koçber ji pêkhateyên Iraqê û penaberên Sûriyê kir. Herwiha daxwaza welatê xwe ji bo berdewamiya pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Feysel Yûsif: Şanda Swêdê diyaloga ENKS û PYNKê gelek girîng dibîne

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif ragiha…