سه‌ره‌تا kurdistanî Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê 20 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

2 min read
0
23

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 20 kesan bi vîrûsa Koronayê canê xwe jidest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 666 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 219 kes li Hewlêrê, 108 kes li Silêmaniyê, 27 kes li Germiyanê û 271 kes li Duhokê, 41 kes li Helebceyê ne.

Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 20 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan, ji wan 3 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Raperîn û 9 kes li Duhokê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 43989 (Hewlêr: 16308, Silêmanî: 15396, Duhok: 10765, Helebce: 1520)

Mirin: 1592 (Hewlêr: 539, Silêmanî: 816, Duhok: 208, Helebce: 29)

Başbûn: 28153 (Hewlêr: 12862, Silêmanî: 9850, Duhok: 4730, Helebce: 1414)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) re bikin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Feysel Yûsif: Şanda Swêdê diyaloga ENKS û PYNKê gelek girîng dibîne

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif ragiha…