سه‌ره‌تا kurdistanî Hêzên Rûsî – Tirkî gereke çavdêriyê li Kobaniyê kir

Hêzên Rûsî – Tirkî gereke çavdêriyê li Kobaniyê kir

1 min read
0
23

Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş li gundewarê rojhilatê Kobaniyê kirin.

Peyamnêrê K24ê li Kabaniyê da zanîn, Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê ya hevbeş li gundewarê rojhilatê Kobaniyê kirin. Di gerê de otombîlên leşkerî û zirîpoş ên her du aliyan hebûn û helîkopterên Rûsî beşdar bûn.

Diyar kir, gera hevbeş ji gundê Xarîb dest pê kir, di nav gundên Qaramox, Xerbîsan, Bexdik, Xan, Al-Dunya, û Sarzurî re derbas bû.

Gerên çavdêriyê yên hevbeş ên Rûsî – Tirkî li rojavayê Kurdistanê li gor rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 22 Cotmeha sala bûrî li bajarê Soçî yê Rûsî tên kirin.

Ev gera çavdêriyê ya hevbeş ya 28an e ku ji aliyê hêzên Rûsî û Tirkî ve li gundewarê Kobaniyê tê kirin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Feysel Yûsif: Şanda Swêdê diyaloga ENKS û PYNKê gelek girîng dibîne

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif ragiha…