سه‌ره‌تا kurdistanî Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî: Gotûbêjên Hewlêr-Bexdayê ji bo çareseriyeke bingehîn giring in

Nêçîrvan Barzanî û Mistefa Kazimî: Gotûbêjên Hewlêr-Bexdayê ji bo çareseriyeke bingehîn giring in

1 min read
0
39

Berî nîvroya îro în 11/09/2020 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyaMistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqa Federal kir.

Di civînê de rewşa giştî ya welat û dosyayên hevbeşên di navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê guftûgo kirin û herdu aliyan tekezî li ser girîngiya yekrêzî û yekhelwestiya rûbirûbûna rewşê û gefên niha kirin.

Herdu aliyan dakokî li ser girîngiya danustandinên Hewlêr – Bexda ya li ser bingeha destûr û gihîştina bi çareseriyeke bingehîn kir ku xizmetê bi tevahiya welat û pêkhatên wê bike.

Di civînê de tekezî li ser berdewamiya alîkarî û hemahengiya emnî ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ya ji bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê hat kirin, bi awayekî aramiyê dabîn bike û hevkar bê ji bo vegerandina koçberan û birêveçûna hilbijartineke serkeftî ku îrade û daxwaza welatiyan pêkbîne.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo…