سه‌ره‌تا kurdistanî Li rojavayê Kurdistanê 36 kesên din wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin û pêketiyekî jî canê xwe ji dest da.

Li rojavayê Kurdistanê 36 kesên din wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin û pêketiyekî jî canê xwe ji dest da.

1 min read
0
93

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand; pêketiyekî Koronayê li bajarokê Girgê Legê li herêma Cizîrê canê xwe ji dest da.

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn jî, 36 haletên nû yên pêketina bi vîrûsa Koronayê hatin tomarkirin.

Haletên hatine tomarkirin:12 kes li Dêrikê, 8 kes li Qamişlo, 1 kes li Girkê Legê, 2 kes li Amûdê, 2 kes li Reqayê, 1 kes li Kobaniyê, 1 kes Dêrazorê û 2 kes li herêma Şehbayê ne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 819 kesan, ji wan 44 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, bi başbûna 33 pêketiyên Koronayê, hejmara kesên ji wê vîrûsê baş bûne gihîştiye 271 kesan.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …