سه‌ره‌تا kurdistanî Dezgeha Hilbijartinan a PDK û YNKê naveroka civîna xwe eşkere kirin

Dezgeha Hilbijartinan a PDK û YNKê naveroka civîna xwe eşkere kirin

2 min read
0
39

Dezgeha Hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê civiya û piştî civînê naveroka civînê eşkere kir, ku civîna wan li ser hilbijartinên bê yên Iraqê bû.

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê Xesro Goran li ser pirsa nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand: “Madeya 15 ya yasaya hilbijartinan a Iraqê ku li parlementoyê deng li ser wê hatiye dayîn, di birgeya 6 de dibêje, çend parêzgeh ji çend bazneyên hilbijartinan pêk tên, lê nehatiye eşkerekirin ku çend e û çawa ye.”

Xesro Goran diyar kir: “Tiştê ji bo me giring e, aliyên Kurdistanî li ser wê yasayê û yasayên din yekhelwest bin.”

Endamê Polîtburoya YNKê Rizgar Heme jî di civîna çapemeniyê de destnîşan kir: “Em dixwzin ligel PDK û aliyên din li ser bijardeya herî baş li hev bikin, weke Kurd li Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî, pêwîstiya me bi yekdengî heye.”

Herwiha eşkere kir: “Me behsa wê yekê nekiriye ku em bi yek lîste bin, lê em dixwazin li ser yasayê yekdeng bin.”

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo…