سه‌ره‌تا kurdistanî Endamekî şanda Kurdistanê: Kazimî niyeta çareserkirina arîşeyan nîşan da

Endamekî şanda Kurdistanê: Kazimî niyeta çareserkirina arîşeyan nîşan da

2 min read
0
38

Endamekî şanda danûstandinê ya hikûmeta Kurdistanê ragihand, serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî niyeta wê yekê nîşan daye ku micid bo çareserkirina arîşeyên asê mayî bixebite.

Duhî şandeka hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokê hikûmetê, Qubad Talebanî çû Bexdayê û bi berpirsên hikûmeta Iraqê bi taybet serokwezîr Mistefa Kazimî re hevdîtin kir.

Li ser naverok û encamên wê hevdîtinê, berdevkê Qubad Talebanî, Semîr Hewramî ji televîzyona K24 re gotiye, hevdîtinên duhî baş û bi sûd bûn.

Semîr Hewramî her wiha got, serokwezîrê Iraqê niyeta wê yekê nîşan da ku dixwaze micid bo çareserkirina nakokî û arîşeyên asê mayî bixebite.

Wî endamê şanda hikûmeta Kurdistanê daye zanîn ku Herêma Kurdistanê dixwaze rêkeftineka demdirêj bi Bexdayê re bike û gotiye, Kazimî rizamendî nîşan daye her meh 320 milyar dînar bide Kurdistanê da ku bûdceya sala 2021 ya Iraqê hat pesendkirin. Ji xwe li Bexdayê dest bi amadekirina bûdceya sala bê hatiye kirin. Herêma Kurdistanê jî dixwaze pişka xwe misoger bike.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo…