سه‌ره‌تا kurdistanî Wezîrê Tendirustiyê daxwaza alîkariyê li Amerîkayê kir

Wezîrê Tendirustiyê daxwaza alîkariyê li Amerîkayê kir

2 min read
0
106

Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî û Konsolê Giştî yê Amerîkayê Rob Woller li Hewlêrê peywendîyek encam dan û Dr. Saman Berzincî daxwaza alîkariya tendiristî li Amerîkayê kir

Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî ji BasNewsê re axivî û got: “Îro roja yekşemê 23. 08. 2020an, bi hemahengiya Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê em ligel Konsolê Giştî yê Amerîkayê Rob Woller civiyan. Di civînê de me rewşa tendirustiya Herêma Kurdistanê û belavbûna nexweşiya Koronayê kir. Herwiha me behsa rola Amerîka û Neteweyên Yekgirtî kir di warê hevkariyê de.”

Herwiha Dr. Saman Berzincî tekez jî kir wan di civînê de daxwaza alîkariyê û hevkariyê di warê tendirustî li Amerîka û komelgeha navdewletî kiriye.

Herwiha Saman Berzincî got:” Min daxwaz kir rewşa Herêma Kurdistanê li ber çavan bigirin û alîkariya me bikin, çunke wan bi rêya Neteweyên Yekgirtî alîkariya Iraqê kir. Dikarin alîkariya Herêma Kurdistanê jî bikin. Xisûsî jî di warê derman û pêdawîstiyên pizîşkî yên dijî nexweşiya Koronayê.”

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …