سه‌ره‌تا kurdistanî Herêma Kurdistanê li ser bombebarana Tirkiyê daxuyaniyek belav kir

Herêma Kurdistanê li ser bombebarana Tirkiyê daxuyaniyek belav kir

4 min read
0
42

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser kuştina du fermandarên hêzên pasevaniya sînor ên Iraqê û bombebaranên firokeyên Tirkiyê bo deverên li nav sînorên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de ku nusxeyeke wê ji Kurdistan24ê re hatiye şandin, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê diyar dike: “Divê PKK û Tirkiye şer û pevçûnên xwe bibin derveyî axa Herêma Kurdistanê û Iraqê û êdî xelkê me nekin qurbaniya pevçûnên xwe.”

Herwiha hatiye eşkerekirin: “Em xelkê xwe dilniya dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke her dem, hemû şiyan û hewldanên xwe bi kar tîne, da ku vê pevçûnê ji Herêma Kurdistanê dûr bixe.”

Daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi vî awayî ye:

Demjimêr 14:45ê îro sêşemê 11ê Tebaxa 2020an, li devera Biradost dema hêzên pasevaniya sînor ên ser bi hikûmeta federalî ya Iraqê bi tijîkirina wê valahiyê ve mijûl bûn ku li xalên sînorî çêbûbûn û mebesta wan ew bû ku gefa şer ji ser nişteciyên wan deveran dûr bixin, ji aliyê firokeyeke leşkerî ya Tirkiyê ve otomobîleke hêzên pasevaniya sînor bûye armanc û mixabin du efserên bi navên Emîd Mihemed Reşîd Silêman, Fermandarê Lîwaya 2 ya Pasevaniya Sînor û Eqîd Zûbêr Halî Tacdîn, Fermandarê Fewca 3 ya Lîwaya 2 ya Pasevaniya Sînor, herwiha Eqîd Husamedîn Ebdurehman Hesen, şehîd bûn.

Em li vir car din tînin ziman ku divê PKK û Tirkiye şer û pevçûnên xwe bibin derveyî axa Herêma Kurdistanê û Iraqê û êdî xelkê me nekin qurbaniya pevçûnên xwe.

Bi vê boneya xemnak, em sersaxiya malbata şehîdan dixwazin û wan li Xwedayê Mezin ve dispêrin, ku wan bi bihişta xwe şad bike û hêvî dikin ku ewên birîndar bûne di demeke herî nêz de baş bibin. Em xelkê xwe dilniya dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke her dem, hemû şiyan û hewldanên xwe bi kar tîne, daku vê pevçûnê ji Herêma Kurdistanê dûr bixe.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê

11/8/2020

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serok Barzanî di 25ê Îlonê de îradeya serxwebûnê gihande lûtkeyê

Serok Mesûd Barzanî ji destpêka serhildana Şoreşa Îlonê ve (11ê Îlona 1961ê) jiyana Pêşmer…