سه‌ره‌تا kurdistanî Herêma Kurdistanê bilindtirîn amara pêketina bi Koronayê tomar dike

Herêma Kurdistanê bilindtirîn amara pêketina bi Koronayê tomar dike

2 min read
0
110

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê pêketina 653 kesan bi vîrûsa Koronayê ragihand, ev jî hejmara herî zêde ye ku heta niha di rojekê de hatiye tomarkirin.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 653 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê 398 kes li Hewlêrê, 60 kes li Silêmaniyê, 25 li Germiyanê, 66 li Raperîn, 88 kes li Duhokê û 16 li Helebceyê ne.

Amaje bi wê jî da, 13 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 9 kes li Hewlêrê, 3 kes li Silêmaniyê, kesek li Helebceyê bûn. Herwiha 171 pêketiyên Koronayê li seranserî Herêma Kurdistanê baş bûn.

Amarên giştî:

Pêketin: 18200 (Hewlêr: 6881, Silêmanî: 9424, Duhok: 1324, Helebce: 571)

Mirin: 670 (Hewlêr: 194, Silêmanî: 457, Helebce: 10)

Başbûn: 10480 (Hewlêr: 3793, Silêmanî: 5690, Duhok: 508, Helebce: 489)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) bikin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serok Barzanî di 25ê Îlonê de îradeya serxwebûnê gihande lûtkeyê

Serok Mesûd Barzanî ji destpêka serhildana Şoreşa Îlonê ve (11ê Îlona 1961ê) jiyana Pêşmer…