سه‌ره‌تا kurdistanî Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî Celîl Gadanî

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî Celîl Gadanî

1 min read
0
46

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata birêz Kak Celîl Gadanî

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya têkoşer û niştimanperwerê navdar û rewşenbîrê Kurdistanê, xwedê jêrazî Celîl Gadanî gihîşt me.

Sersaxî û serxweşiya xwe bi malbata we ya têkoşer û hevalên Kak Celîl û hemû xizm û kesukarên we radigihînim û beşdarê xema we me.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê pakê Kak Celîl bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
06.08.2020

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Wezîrê Berevaniyê yê Italya gihişt Hewlêrê

Wezîrê Berevaniya Îtalyayê Lorenzo Guerini hat Hewlêrê. Biryare sibê li gel Serok û Serokw…