سه‌ره‌تا kurdistanî Wezareta Tendurıstiyê: 11 kesên din bi Koronayê mirine

Wezareta Tendurıstiyê: 11 kesên din bi Koronayê mirine

2 min read
0
53

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 404 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 11 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 404 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku jê 218 kes li Hewlêrê, 35 kes li Silêmaniyê, 29 kes li Germiyanê, 101 kes li Duhokê û 21 kes jî li Helebceyê ne.

Herwiha Wezareta Tendirustiyê ragihand; 11 kesan ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane, ji wan 6 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê û 3 kes jî li Germiyanê.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 160 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku jê 74 kes li Hewlêrê, 46 kes li Germiyanê û 29 kes li Duhokê û 11 kes jî li Helebceyê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 15577 (Hewlêr: 5417, Silêmanî: 8762, Duhok: 902, Helebce: 496)

Mirin: 597 (Hewlêr: 148, Silêmanî: 435, Duhok: 6, Helebce: 8)

Başbûn: 9551 (Hewlêr: 3337, Silêmanî: 5528, Duhok: 405, Helebce: 441)

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo…