سه‌ره‌تا kurdistanî Serok Barzanî: Dayê Eyşeya behiştî nimûneya xweragirî û azayetiyê bû

Serok Barzanî: Dayê Eyşeya behiştî nimûneya xweragirî û azayetiyê bû

2 min read
0
101

Serok Mesud Barzanî peyameke serxweşiyê ji bo koça dawî ya Dayoka Eyşe belav kir Dayê Eyşe behiştî ye û nimûneya xweragirî û azayetiyê bû û bo hemû xelkê Kurdistanê cihê şanaziyê ye.

Îro roja dûşemê 27.7.2020n Serok Barzanî peyameker serxweşiyê belav kir û tê de ragihand “Bi xemgîniyeke zêde xebera koça dawî ya dayika 3 şehîdên Kurdistanê, xatû Dayê Eyşe min bihîst. Dayê Eyşeya behiştî, nimûneya xweragirî û azayetiyê bû û bo hemû kesekî Kurdistan mayey şanazî ye. Şanaziya min heye ku ez xizmetê jê re bikim û dersa xweragirî û kurdayetiyê jê fêr bibim. “

Herwiha Serok Barzanî gotiye: “Serxweşiy xwe li malbat û xizm û naskiriyên Dyê Eyşe dikim û xwe hevbeşê xema wan dizanim. Ji Xwedayê mezin dixwazim ruhê pak ê Dayika Şehîdan bi beheşta berîn şad bike û sebir û aramiyê bide hemû kesî.

Di Mijdara 2014an de her sê Pêşmergeyên birayên hevdu zarokên dayê Eyşê, Necat Osman û Mewlud Osman Teha Osman li Zûmarê di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûn. 23ê Kanûna 2014an de Serok Barzanî nasnavê “Dayika Şehîdan” da bû Dayê Eyşê.

Dayê Eyşê îro roja duşemê ji ber nexweşiyê di 94 saliya xwe de koça dawî kir.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo gelê Kuwêtê

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehm…