سه‌ره‌تا kurdistanî Nêçîrvan Barzanî serxweşî li malbata Dayê Eyşe kir

Nêçîrvan Barzanî serxweşî li malbata Dayê Eyşe kir

2 min read
0
124

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya Dayika Eyşe de peywendiyeke telefonî li gelê kurê wê encam da û serxweşî li kesûkarên wê kir û ragihand ku ew şîna Dayika Eyşe wek şîna xwe dizanin.

Êvara îro roja duşemê 27.07.2020an Nêçîrvan Barzanî îro li gel Xurşîd Osman Yûsif, kurê Dayika Eyşe peywendiyeke telefonî encam da.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di wê peywendiya telefonî de, Nêçîrvan Barzanî tevî derbirîna xema xwe ya bo koça dawî ya Dayika Eyşe, şîna Dayika Ayşe wek şîna xwe zanî û hêvî xwest ku Xwedayê mezin giyanê wê bixe ber mîhrîbaniya xwe û sebir û dlfirehiyê bi malbat û kesûkarên wê bibexşe.

Dayika Eyşe Teha Osman ku temenê wê 94 sal û rûniştvana qezaya Soranê bû, 25ê Cotmeha sala 2014an 3 kurên wê yên bi navên Necat Osman, Ehmed Osman û Mewlûd Osman di şerekî li dijî DAIŞê de li Zumara Mûsilê şehîd bûbûn.

Serok Mesûd Barzanî xelata Nemir Melle Mistefa Barzanî da bû Dayika Eyşe û nasnava Dayika Şehîdan jî pê bexşîbû.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo gelê Kuwêtê

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehm…