سه‌ره‌تا Derve Kremlîn: Putin, Ruhanî û Erdogan sibê wê di vîdyokonferansekê biaxivin

Kremlîn: Putin, Ruhanî û Erdogan sibê wê di vîdyokonferansekê biaxivin

1 min read
0
85

Qesira Kremlînê îro roja sêşemê 30.06.2020an ragihand ku serokên Rûsya, Îran û Tirkîyê roja çarşemê wê vîdyokonferansekê li dar bixin û rewşa Sûrîyê gotûbêj bikin.

Herwuha Kremlînê da zanîn ku axaftina Vladimir Putin, Hesen Ruhanî û Recep Tayyîp Erdogan dê berî nîvro destpê bike.

Du hefte berî, Rûsya û Tirkîyê hevdîtinên dualî yên asta wezîran yên ser rewşa Sûrîyê û Lîbyayê paş xistibûn.

Moskow û Enqerê wek li Sûrîyê, di şerê navxweyî yê li Lîbyayê jî di alîyên dijber de cîh digirin. Li Sûrîyê, Rûsya piştgirî dide serokê wî welatî Beşar Esad lêbelê Tirkiye piştevanêya komên çekdar yên dijî wî dikin.

Herwiha li Lîbyayê jî Rûsya piştgiriyê dide Xelîfa Heftar lê Titkîyê piştevanîya Fayez el Serac dike.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Amara evro ya Tenduristîyê : 8 kesên din bi Koronayê canên xwe ji dest dan li Herêma Kurdistanê

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kuridstanê ragehandina hejmare 154 a taybet bi nexwe…