سه‌ره‌تا kurdistanî Fûad Husên: Eger heye bi dehan hezar çekdarên terorist ji Sûriyê ve berê xwe bidin Îraqê

Fûad Husên: Eger heye bi dehan hezar çekdarên terorist ji Sûriyê ve berê xwe bidin Îraqê

3 min read
0
58

Wezîrê derve yê Îraqê, Fûad Husên, ragehand, zamina dawîhînanê bi derdeserîyên gilê Sûriya tenê bi çareserîya sîyasîye. Eger rewşa Sûriyê bi vî awayî berdewam be; asyîş û akincîya navçeyê dikeve di metirsîyê de û bi dehan hezar terorist berê xwe didin Îraqê.

Wezîrê derve yê Îraqê, di kongireya Biroksilê, ku tyabet bû bi piştîvanîkirina Sûriyê û deverê bi rêya Vîdyo Konfiransê pişikdarî kir û gotara Îraqê pêşkeş kir.

Di gotara xwe de, Fûad Husên got: Serwerîya wî welatî, selametîya axa wê, serbixweyî wî welatî û desrwernedan di karûbarên nvxweyî ya wê û piştîvanîkirina wê daku veger di nav çarçoveya sazîyên erebî de tenê çareserîya sîyasî rê ya çaresrîye bo desteberkirina derdeserîyên gelê Sûriyê.

Got jî: Pêwîste şerê rêkxistîyên teroristî bihête kirin bê cudahî û li ser hemûyan ve jî, rêkxistîya terorisîya Daişê û hizrên tundrewîyê.

Amaje bi wê yekê jî kir, ew sizayên bi ser Sûriyê re hatine sepandin bandoreka mezin dê hebe li ser gelê Sûriyê bi tyabetî ji alîyê fêrbûnê, abûrî û tenduristîyê ve, ku niha nexweşîya Koronayê heye.

Wezîrê derve yê Îraqê daxwaz ji civaka nêvdewletî kir, alîkarî û piştîvanîya wan welatan bikin; ewên penaberên Sûrî li xwe girine bi tyabet Îraqê ku 260 hezar penaberên Sûrî pena dan e.

Xuya jî kir, ewger Rewşa Sûriyê bi vî awayî berdewam be, gefeka mezin li ser asayîşa Îraqê durist dibe û dibe sedema wê yekê ku bi dehan hezar çekdarên terorist derbazî sinûrê Îraqê bibin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Amara evro ya Tenduristîyê : 8 kesên din bi Koronayê canên xwe ji dest dan li Herêma Kurdistanê

Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kuridstanê ragehandina hejmare 154 a taybet bi nexwe…