سه‌ره‌تا kurdistanî Xwecihiya Kobanî daxwaza aşkerekirina lêkolînên komkujiya Kobaniyê dike

Xwecihiya Kobanî daxwaza aşkerekirina lêkolînên komkujiya Kobaniyê dike

3 min read
0
43

Encûmena Xwecihiya Kobaniyê ya ENKSê şehîdên komkujiya Kobaniyê bibîr tîne û daxwazê ji aliyê ku lêkolînakirina di wê roja reş de xistiye ser milê xwe dike, rastiya tiştê bûye ji malbatên şehîdan û raya giştî re aşkere bike.

Encûmena Xwecihiya Kobaniyê ya ENKSê îro daxuyaniyek bi salvegera komkujiya Kobaniyê belav kir û tê de ragihand, pênc sal di ser komkujiya “Şeva Xedrê” a li Kobaniyê re derbas dibin, ku di encama wê de bi sedan welatiyên sivîl li ser destê komên tawanbaran bi hovitirîn awayên li dijî nirxên mirovahiyê hatin şehîdkirin.

Xwecihiya Kobaniyê di daxuyaniya xwe de dibêje: Ew komkujî ji encama çespandina xelkê Kobaniyê bi xaka xwe ve û vegera koçberan piştî şikestina DAIŞê li Kobaniyê bû, û dengvedana li ser asta navdewletî çê bûye, hîşt Kobanî bibe navenek ji bo jinabirina xîlafet û terora wê.

Xwecihiya Kobaniyê di beşeke din de dibêje: Di dema em bi êş şehîdên şeva xedrê û hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tînin, metirsî li ser Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî heye, ku karesatên wan dubare bibin û di siya bazarên navdewletî û herêmî de, gelê Kurd bi taybetî û gelê Sûriyê bi giştî bacên mezin bidin.

Xwecihiya Kobaniyê daxwazê ji aliyê ku lêkolînakirina di wê roja reş de xistiye ser milê xwe dike, rastiya tiştê bûye ji malbatên şehîdan û raya giştî re aşkere bike.

Di dawiya daxuyaniyê de Xwecihiya Kobaniyê dibêje: Kobaniyê dê navnîşanek ji yekîtiya Kurdistanî û sekoyek ji bo yekrêzî û yekhelwestiya Kurdî re bimîne, ku ti bijarde ji bilî wê nîne ji bo destkeftên gelê Kurd bên parastin û daxwazên wî bên bicihkirin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Li Herêma Kurdistanê 507 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 507 kes bi v…