سه‌ره‌تا kurdistanî Wezareta Tendirustiyê: 195 kesên din bi Koronayê ketine

Wezareta Tendirustiyê: 195 kesên din bi Koronayê ketine

1 min read
0
66

Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê amarên 24 saetên dawî de li seranserî Herêma Kurdistanê 195 kesên din bi Koronayê ketine û 16 kesên din bi Koronayê mirine.

Êvara îro roja pêncşemê 25.06.2020an Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand 2.113 pişkinînên nû hatine kirin 195 berketiyên nû hatine tomarkirin. Herwiha 30 berketî li Hewlêrê, 100 berketî li Silêmanî û 62 berketî jî li Germiyanê, 3 berketî Duhokê hatine tomarkirin.

Herwiha 29 berketî jî baş bûne. Li Hewlêrê 24 berketî li Duhokê 3 berketî, li Helebceyê jî 2 berketî baş bûne.

Di berdewamiya daxuyaniyê jî de hatiye aşkere kirin 16 hemwelatî jî mirine. Li Hewlêrê 1, li Silêmaniyê 12, Li Silêmaniyê 3 kes bi Koronayê mirin.

Heta niha li Herêma Kurdistanê 4.874 kes bi Koronayê ketine li Hewlêrê 1.091 kes, li Silêmaniyê 3.503 Li Duhokê 159, li Helebceyê 121 kes bi Koronayê ketine.

Herwiha 1.543 berketî baş bûne û 3.182 berketî jî hîn di nexweşxaneyan de ne.

Li aliyê din heta niha 149 kes jî li Herêma Kurdistanê bi Koronayê koça dawî kiriye.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Li Herêma Kurdistanê 507 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 507 kes bi v…