سه‌ره‌تا kurdistanî Silêmanî- Seyrangehek ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hat bordûmankirin

Silêmanî- Seyrangehek ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hat bordûmankirin

2 min read
0
53

Beriya bi demekê seyrangehek li devera Kunemasî ya bajarokê Şarbajêr li Silêmaniyê ji aliyê firokeyên bê firokevan ê Tirkiyê ve hat bordûmankirin. Herwiha di encama borduûmanê de kuştî û birîndar hene.

Peyamnerê BasNewsê li Silêmaniyê ragihand firokeyên şer ê bê firokevan ê Tirkiyê seyrangehek li devera Kunemasî li nahiyeya Gapîlonê li bajarokê Şarbajarê yê Silêmaniyê bordûman kirine û di encama wê bordûmanê de çend endamên PKKê û xelkê medenî bûne qurbanî.

Herwiha rêveberê nahiyeya Gapîlonê Kameran Ebdulla ji BasNewsê re axivî û got:” Beriya bi demekê firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê seyrangeha Kunemasî li Silêmaniyê borduman kiriye û jimarek kes bûne qurbanî. “

Herwiha Kameran Ebdulla daye zanîn ku ligel endamên PKKê çend hemwelatiyên sivîl jî di encama wê êrîşê de bûne qurbanî.
Ligor zanyariyên BasNewsê otombîlêk ku cûreya Nîsan û çend berpirsên PKKê tê da bûn li ser pira seyrangeha Kunemasî sekinîbû û ji aliye firokeyên bêfirokevan ê Tirkiyê ve hatiye armanckiri û 3 berpirsên PKKê di wê êrîşê de hatine kuştin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mesrûr Barzanî pîrozbahiya salvegera Partiya Sosyalîst dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst a Demok…