سه‌ره‌تا kurdistanî Odeya operasyonan ya Hewlêrê çend biryarên nû li hember vîrusa Koronayê da

Odeya operasyonan ya Hewlêrê çend biryarên nû li hember vîrusa Koronayê da

1 min read
0
60

Odeya operasyonan ya parêzgeha Hewlêrê çend biryarên nû bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê da.

Odeya operasyonan ya Hewlêrê îro bi serokatiya parêzgarê Hewlêrê, Firset Sofî li ser tedbîrên li hember belavbûna vîrusa Koronayê civiya û çend biryarên nû da.

Piştî civînê, biryarên ku bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê de hatibûn dayîn, hatin eşkerekirin. Hinek ji wan biryaran ev in:

* Tevahiya fermangeh û dezgehên fermî yên li Hewlêrê girtî dibin, tenê polîs û asayiş û fermangehên xizmetguzariyê li ser karê xwe dibin

*Ji saet 20:00 heta 05:00 dukan, bazar û cihên giştî girtî dibin

*Mizgeft, dêr, cihên ayînî, merasimên şîn û şahiyê û salonên spor û xemilandinê, park û cihên giştî girtî dibin

*Hatinçûna navbera Hewlêrê û parêzgehên din yên Kurdistan û Iraqê bi temamî tê qedexekirin

Biryarên han ji nîvê şeva 26 vê mehê ve dikevin piratîkê û roja 3 Tîrmeha îsal xilas dibin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Li Herêma Kurdistanê 507 kesên din bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 507 kes bi v…