سه‌ره‌تا kurdistanî Yekitiya Mamostayên Kurdistanê piştevaniya pilana hikûmetê ya reforman kir

Yekitiya Mamostayên Kurdistanê piştevaniya pilana hikûmetê ya reforman kir

1 min read
0
106

Yekitiya Mamostayên Kurdistanê piştevaniya xwe bo pilana hikûmetê ya reforman nîşan da û daxwaz ji hikûmetê kir divê destkarîkirin û kêmkirina mûçe demkî be.

Yekitiya mamostayên Kurdistanê li ser pilana hikûmetê ya reforman daxuyaniyek belav kir û piştevaniya xwe bo wê yekê nîşan da.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bi reform û çaksaziyên rasteqîn, rewşa darayî ya Kurdistanê baştir dibe û divê ev yek di hemû waran de were kirin.

Yekitiya mamostayan bang li hikûmetê jî kiriye, kêmkirin û destkarîkirina mûçeyê karmendan divê demkî be û êdî bila mûçe gîro nebe û hikûmet her 30 rojan carekê mûçe bide.

Hikûmeta Kurdistanê duhî ragihand, biryar dane %21 mûçeyê karmendên normal û %50 mûçeyê wezîr û wekîl, parlementer û kesên pilebilind kêm bikin lê ev yek demkî ye û tenê bo mûçeyê mehekê ye.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mesrûr Barzanî pîrozbahiya salvegera Partiya Sosyalîst dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst a Demok…