سه‌ره‌تا kurdistanî Rêveberiya Rojava 10 zarokên çekdarên Fransî yên DAIŞê teslîmî Fransa kir

Rêveberiya Rojava 10 zarokên çekdarên Fransî yên DAIŞê teslîmî Fransa kir

1 min read
0
108

Rêveberiya xweser ya Rojavayê Kurdistanê 10 zarokên çekdarên Fransî yên DAIŞê radestî Fransayê kir.

Hevserokê rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, Ebdulkerîm Omer ragihand, şandeke Wezareta Derve ya Fransayê serdana baregeha wan li Qamişlo kir, piştî hevdîtinê wan 10 zarokên çekdarên Fransî yên DAIŞê radestî şanda Fransî kirin.

Berî demekê UNICEFê ragihandibû, nêzîkî 28 hezar zarokên çekdarên DAIŞê yên biyanî di kampên Rojavayê Kurdistanê de hene. Di nav wan de 20 hezar Iraqî hene û daxwaz ji welatan kiribû, zarokên wan werbigirin.

UNICEF her wiha dabû zanîn, 17 welatan zêdetir ji 650 zarokî wergirtine û vegerandine welatên xwe.

 

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mesrûr Barzanî pîrozbahiya salvegera Partiya Sosyalîst dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst a Demok…