سه‌ره‌تا kurdistanî Fûad Husên: Gotûbêjên me li gel NATOyê derbarê mîkanîzim û hevahengîyê bo berengarbûna Daişê berdewam in

Fûad Husên: Gotûbêjên me li gel NATOyê derbarê mîkanîzim û hevahengîyê bo berengarbûna Daişê berdewam in

1 min read
0
105

Wezîrê derve yê Îraqê ragehand, gotûbêjên wan li gel NATOyê derbarê mîkanîzam û hevahengîyê bo berengarbûna Daişê berdewam in.

Wezîrê derve yê Îraqê, Fûad Husên bi rêya telefonê li gel hevtayê xwe yê Firansî, Jan Êf Lodiryan axivt û peywendîyên Îraqê û Firansayê gotûbêj kirin.

Herdû alîyan tekz kirin li ser berdewamîya hevahengîyê di navbera Îraq û Firansayê de li rahînana serbazan û piştîvanîya locistî di berengarbûna Daişê de.

Fûad Husên pesna rola Firansayê kir, di berengabûna Daişê de û got: Ew li gel NATOyê di gotûbêjan de ne, derbarê danana mîkanîzmeka hevpişik bo çawanîya ji navbirina Daişê li Îraqê.

Hevdem wezîrê derve yê Firansayê piştîvanîya xwe bo Îraqê tekez kir û paraztina serwerîya yasayî û vegeryan bo konfiransa Kiwêtê li ser avakirina Îraqê bi pêwîst zanî.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mesrûr Barzanî pîrozbahiya salvegera Partiya Sosyalîst dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst a Demok…