سه‌ره‌تا Derve Ewrûpa daxwaz ji Tiramp dike ji biryara xwe poşman bibe

Ewrûpa daxwaz ji Tiramp dike ji biryara xwe poşman bibe

1 min read
0
102

Yekêtî ya Ewrûpa daxwaz ji Tiramp dike, pêdaçûnê bi biryara xwe bike derbarê birrîna alîkarîyên welatê xwe bo Rêkxistîya Tenduristîya Cîhanî.

Orsola Vondêrlayin, serokê Komisyona Yekêtîya Ewrûpayê ragehand, hêj derde Korona maye û li hinek welatan jî gelek bilez belav dibe û pêwîste hemû welatên cîhanê bo rûbirûbûna wî derdî alîkarîya Rêkxistîya Tenduristîya Cîhanî bikin.

Ev di demekê de ye, serokê Emerîkayê, Rêkxistîya Tenduristîya Cîhanî bi alîgir çînê û kontirolkirî ji alîyê wî welatî ve tuhmetbar kir, biryar da alîkarîyên welatê xwe bo wê rêkxistîyê rawestîne û peywendîyên welatê xwe jî bi wê rêkxistîyê bipirçîne (qut bike).

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …