سه‌ره‌تا kurdistanî YNKyê 150 zîndanîyên teroristên Ereb radestê Rakan Cibûrî dike

YNKyê 150 zîndanîyên teroristên Ereb radestê Rakan Cibûrî dike

2 min read
0
19

Yekêtî ya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) 150 zîndanî yên terorist ji Erebên Sunne yên yên bajarokê Hewîce ku bi tuhmeta endambûnê di rêkxistîya Daişê de hatibûn girtin, ji Silêmanîyê ve radestê Kerkûkê dike.

Berpirsê Melbenda YNKyê li Kerkûkê got: Ewên dihên radestkirin di dema şerê Daişê de, hatibûn girtin û li gor rêkkevtinekê li gel rêvebrîya Kerkûkê û Rakan Cibûrî parêzgarê sepandî bi ser wî bajêrî re dê bihên vegerandin bo wê parêzgehê.

Hevdem fermandarê Operasyonên Kerkûkê tekez kir: Ewa hatîye encamdan azadkirina zînadanîyan nîne, lê radestkirin e.

Wek dihête tekezkirin, YNKyê bê vegeryan bo dadgeh û hikumeta Herêma Kurdistanê ew 150 zîndanî radestê parêzgarê sepandîyê Kerkûkê diken û tevaya wan zîndanîyan jî bi made ya 4ê terorê hatine girtin.

Di vî warî de, Ednan Kerkûkî, gotebêjê Civata Serkirdatîya Kerkûk-Germîyan yê Partîya Demokrata Kurdistnaê (PDK) dibêje: Pişkek ji wan zandanîyan destên wan heye di şehîdkirina Pêşmege yên dîl de û şerê Pêşemergeyan kirine. Pişkek ji wan jî, ewin yên hêriş kirine ser Kerkûkê.

Rizgar Îsa, endamê Komîteya navxwe ya Perlemana Kurdistanê tekez kir, lêkolînê li ser evê pirsê dikin û divê civaka nêvdewletî jî li ser evê pirsê helwêsta xwe hebe, çunku rûbirûbûna Daişê hevahengîyeka nêvdewletî ye.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Li Herêma Kurdistanê 4 pêketiyên bi Koronayê canê xwe jidest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, 4 nexweşên bi virusa Koronaya nû COVI…