سه‌ره‌تا kurdistanî Wezîrê Navxwe: Di rojên cejnê de hêzên asayiş û Pêşmerge vedigerin ser rêyan

Wezîrê Navxwe: Di rojên cejnê de hêzên asayiş û Pêşmerge vedigerin ser rêyan

3 min read
0
19

Di rojên cejna Remezanê de qedexeya çûnûhatinê bi awayekî giştgîr bicih dibe û Wezîrê Navxwe jî dibêje, hêzên asayiş û Pêşmerge vedigerin ser rê û kolanan.

Di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de, Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzincî û Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed dawî rêkarên rûbirûbûna Korona diyar kirin. Wezîrê Tenduristiyê jî behsa hevkariyên rêxistina GIZ a Almanî kir.

Dr. Saman Berzincî ragihand, rêxistina CIZ a Almanî sponseriya bernemayeke, lêgerîn, dîtina û haletên Koronayê û çareserkirina wan dike. 210 karmendên wan li Herêma Kurdistanê kar bo rêgirtin li belavbûna nexweşiya Koronayê dikin. Ew proje piştî cejnê dest pê dike.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Navxwe Rêber Ehemd diyar kir, metirsiya vîrusa Korona hîn heye û haletên di van rojên dawiyê li Hewlêr û Silêmaniyê hatine tomarkirin, cihê nîgeraniyê ne û divê xelk pabendî rênimayên tenduristiyê bibin.

Diyar kir jî, hikûmetê ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, di rojên cejnê de qedexeya çûnûhatinê ragihandiye û daxwaz ji welatiyan kir, pabendî qedexeyê bibin û ji malên xwe dernekevin, ji ber ku hêzên asayişê û Pêşmerge dê li ser rê û kolanan qedexeyê bicih bikin.

Her çend e, di rojan ti haleteke pêketina bi Koronayê li Herêma Kurdistanê nehatibûn tomarkirin, lê di çend rojên bûrî de careke din hejmarek ji welatiyê bi wê vîrusê ketin û duhî li Hewlêrê pêketina 15 kesan û li Silêmaniyê jî pêketina 3 kesan hatin tomarkirin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Li Herêma Kurdistanê 4 pêketiyên bi Koronayê canê xwe jidest dan

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, 4 nexweşên bi virusa Koronaya nû COVI…