سه‌ره‌تا Derve Sûriyê biryara desteserkirina pereyên Ramî Mexlûf da

Sûriyê biryara desteserkirina pereyên Ramî Mexlûf da

1 min read
0
22

Wezareta Darayî ya Hikumeta Sûriyê biryara desteserkirina pereyên Ramî Mexlûf da.

Ligor biryarek Wezareta Darayî ya Hikumeta Sûriyê, ku Cîgirê Wezîrê Darayî îmze kiriye, biryara destserkirinê ya jimara 1 236 di çarçoveya garantînkirina dana pereyên, ku ji Ramî Mexlûf têne xwestin da ye û divê wan pereyan radestî Desteya Pêwendî û Posteran bike.

Berî niha, Desteya Navborî daxwaza 233. 8 milyar Lîreyên Sûrî ji Kompanyên Syria Têl û Êm Tî Ên kiribû, ku bi gotina wê, Serokê Kompanya Syria Têl red dike, pereyên ku jê têne xwestin bide. Lê Ramî Mexlûf, Serokê Kompanya Syria Têl ew yek red kiribû û ragihandibû, ku wî amadebûna xwe ji bo dan a beşek ji wî pereyî, nîşan da bû.

Herweha piştî destdanîna liser pereyên Ramî Mexluf, bi biryara Hikumeta Suriyê, 5 salan bi tevahiya dezgehên rêjîmê re, nikare girêbestan girê bide

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li YNKê kir

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî bi boneya slvegera damziranidna Yekêtîya…