سه‌ره‌تا kurdistanî Rojavayê Kurdistanê- Şewata zeviyên kurdan berdewam dike

Rojavayê Kurdistanê- Şewata zeviyên kurdan berdewam dike

3 min read
0
20

Îro roja sêşemê 19.05.2020an komên çekdar îro jî li çend bajarên kurdan zeviyên kurdan şewitandine.

Lihgor zanyariyan tîmên agirkujiyê yên li navçeya Til Birak û kantona Hesekê şewatên bi zeviyan ketin, vemirandin û ji ber şewatê zêdetirî 270 donim genim û ceh şewitî.

Tîmên agirkujiyê yên navçeya Til Birak a kantona Qamişlo îro bi hevkariya şêniyan şewata ku di nava zeviyên çandiniyê yên gundê Xirbet Dahir ê nêzî bajarokê Girbawî de pê ket, vemirand. Agir nêzî 60 donim jî ceh şewitand.

Herwiha tîmên agirkujiyê şewata ku li gundê Reşo yê girêdayî navçeya Til Birakê çêbû, vemirand û nêzî 100 donim ceh ê welatiyê Cûma Remê şewitî.

Ji ber sedemên ne diyar şewat di nava zêdetirî 110 donimî li cihên cuda yên parêzgeha Hesekê de çêbû û ji aliyê tîma agirkujiyê ve şewat hat vemirandin.

Li gorî rêveberiya giştî ya Desteya Jîngeh û Şaredariyan cih û miqarên şewitîne wiha ye û hemû ji ber sedemên ne diyar in:

Herwiha çend roje çekdarên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ku di bin kontrola Tirkiyê de zeviyên li gundewarên rojava û bakurê navçeya Til Temirê dişewitînin. Çekdaran zeviyên gundên Menacîr û Ehras ên rojhilat û başurê Serêkaniyê û gundên Lîlan û Dibse yên li navçeya Til Temirê şewitandin.

Şêniyên li gundewarên navçeyên Til Temir û Zirganê yên bi ser eniyên şer ve li ser şewata mewsima xwe metirsîdar in. ŞÊniyê bi navê Mensûr Îsa yê ji gundê Til Tewîl ê girêdayî Til Temirê yê nêzî eniya şer got ew wek sivîl bi sedema gefên şewatê li dijî berhemên wan ên çandiniyê ku qûta jiyana wan e, metirsîdar in.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Barzanî: Pabendbûna hemwelatiyan bi tedbîran girîng e

Êvara îro roja duşemê 01.06.2020an Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand pabendbûna hemwelati…