سه‌ره‌تا kurdistanî Rêkxerê raspardeyên navdewlitî hûrgelîyên xwenîşandanên Duhokî aşkera dike

Rêkxerê raspardeyên navdewlitî hûrgelîyên xwenîşandanên Duhokî aşkera dike

2 min read
0
21

Rêkxerê raspardeyên navdewlitî di hikumeta Herêma Kurdistanê radgihîne, xwenîşanderên Duhokê jiber ku ferman û rênimayên taybet bi rêkarên Koronayê binpê kirine, hatin girtin.

Di daxuyanîyekê de, dîndar zêbarî rêkxerê raspardeyên navdewletî di hikumeta Herêmê de ragehand, pêwîste herî kêm, çil û heşt demjimêran li berîya encamdana her xwenîşandanekê, bi daxwazîyek pêşkêşî alyên peywendîdar were kirin bo wwergirtina rezamendîyê.

Zêbarî dibêje: Di dawî xwenîşandan de ku li Parka Azadî li Duhokê hatibu kirin, di destipêkê de çend kesan daxwaz moletê kiribûn binavê mamostayan ji bo daxwazkirina muçeyên xwe, lê daxwaza wan hate redkirin; çuku li gorî rênimayên Wezareta Tenduristîyê nabe kumbûn bên encamdan, ji ber ku hêj metirsîya belavbûna Vayrosa Koronayê maye, lê wek Qebûyek (tehdayek)ê li beranber biryaran , rijd bûn li ser encamdana wê xwenîşandanê bê guhdane metirsîyan kombûnê , lewra dezgehên ewlehîyê naçarbûn li gor yasa ya sizadana Îraqî danustandinê li gel wan bikin û karên wan serpêçî ye neku tawane , li gor vê madeyê jî her kesek serpêçîya ferman û rênmayên alyên peywendîdar bike tê girtin.

Amaje kir ku ew kesên beşdarî kombûnê bûne ji 10% mamosta nebûn û dixwestin xwenîşandinê bi rêyeke din re bibin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Barzanî: Pabendbûna hemwelatiyan bi tedbîran girîng e

Êvara îro roja duşemê 01.06.2020an Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand pabendbûna hemwelati…