سه‌ره‌تا kurdistanî Kobanî – 800 donim zevî hatiye şewitandin

Kobanî – 800 donim zevî hatiye şewitandin

2 min read
0
35

Carek din li Rojavayê Kurdistanê şewata zeviyan dest pê kir. Li parêzgeha 800 donim zevî hatine şewitandin.

Li çendîn gundên Rojavayê Kobanî agir bi zeviyên xelkê ket û nêzî 800 donim şewitîn. Xwediyên wan zeviyan,her yek çirokek xwe heye. Her yek bi xwe, çîrokek dilşewatî û feqîrtîyê ye. Daxwaz dikin, ev babet bê lêkolîn û çareser kirin.

Mihemed Ebo yek ji neşteciyêni gundê Mişko yê rojavayê bajarê Kobanî ye, piştî rojekê ji biryara wî go zeviyê xwe pale bike, agerek bi zevî ket û tevahiyê rizqê wî hate şewitandin.

Mihemed dibêje ku wî hêviya xwe da bû ser vê mûsimê ta ku rewşa malbate xwe baş bike û zarok in xwe xwedî bike, lê bi têkçûna mûsima wî ew bê hêz dimîne.

Bi destpêke pala mûsima cih û genim li herêma Kobanî, bûyerên şewatê jî dest pê dike, di heman demekê de agir di zeviyên 5 gundan ket, ku nêzî 80 hektar tenê li rojavayê Kobanî şewitî.

Cotkarên deverê bangê li Rêveberiya Xweser dikin ku hajmarin otombêlin agirvemirandinê zê de bikin û ji bo wan xalan li tevahiyê deverê ava bikin.

Di sala 2019an da 435 hazar donim li tevahiyê Rojavayê Kurdistanê şewitî bû.

Herwiha 28 hezar donim zevî jî li Kobanî şewitî bû.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serok Barzanî sersaxiyê li Dr. Elî Qeredaxî kir

Êvariya roja çarşem 03.06.2020 Serok Mesûd Barzanî li peywendiyeke telefoniyê de sersaxiyê…