سه‌ره‌تا Derve Mark Esper: Dibe rêkeftina Amerîka û Talîbanê têk biçe

Mark Esper: Dibe rêkeftina Amerîka û Talîbanê têk biçe

2 min read
0
41

Wezîrê Bergiriya Amerîkayê Mark Esper got lihevkirina di navbera wan û tevgera Talîban de ji ber rawestandina siyasî li Kabîlê û zêdebûna tundiyê li gelek deverên din, dibe ku têk biçe.

Îro roja çarşemê 06.05.2020an Wezîrê Bergiriya Mark Esper diyar kir ku tevgera Talîbanê li gorî sozên xwe yên dabûn ku tev nagere û metirsî hene ku ew lihevkirin ji ber rawestandina siyasî li Kabîlê û zêdebûna tundiyê li hindek deverên din, hilweşe.

Piştî diyalogên dirêj li piştî deriyên girtî, Talîban û Washingotonê di Sibata derbasbûyî de derbarê sekinandina tundiyê de li hev kir û ber bi diyalogên bi hikûmeta Efxanistanê re çû lê êrişên wê di wê demê de zêde bûn.

Herwiha Esper derbarê pirsa rojnamevanekî ku Talîban li gorî sozên dane tev digere yan na, got “Ez bawer nakim.” û destnîşan kir ku ew texmîn dike ku hikûmeta Efxanistanê ne li gorî sozên xwe ye û wiha got: “Hikûmeta Efxanistanê ne parçeyek ji lihevkirina di navbera Amerîka û Talîban de bû.”

Esper destnîşan kir ku pêwîstiya hikûmeta Afxanistanê û Talîbanê bi yekitiyê heye û da ku di gelek şertên hatine danîn de bi pêş de biçin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Barzanî: Pabendbûna hemwelatiyan bi tedbîran girîng e

Êvara îro roja duşemê 01.06.2020an Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand pabendbûna hemwelati…