سه‌ره‌تا kurdistanî Wezareta Tenduristîyê: Ti haletên nû yên tûşbûnê bi Koronayê li Herêma Kurdistanê nehatîye tomarkirin

Wezareta Tenduristîyê: Ti haletên nû yên tûşbûnê bi Koronayê li Herêma Kurdistanê nehatîye tomarkirin

3 min read
0
91

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 69 ya evro Yekşembîyê, 3yê Gulan a 2020 belav kir û ragehand. Ev jî deqa wê ragehandinê ye.

Deqa ragehandina Wezareta Tenduristîyê:

Ragehandina Wezareta Tenduristîyê

Hejmare 69

Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:

Kerentîn
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (9,694) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,267) hevwelatî, li (33) cihên cuda, di kerentînan de man e, (362) li Hewlêrê, (160) li Silêmanîyê, (716) li Duhokê û (29) jî li Raperîn. (8,427) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (13) Hevwelatî ne.

Pişkinîn:
Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,185) pişkinîn li ser asta Herêmê hatin encamadan. (310) li Hewlêrê, (472) li Silêmanîyê, (318) li Duhokê, (0) li Helebce, (85) li Soran û (0) jî li Raperîn.

Di encam de, ti haletên nû yên tûşbûnên bi Vayrosa Koronayê li Herêma Kurdistanê ne hatîye tomarkirin.

Amara giştî:
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (387) kes in, di nav wan de, (5) haletên mirinê hene û (332) nexweş jî çêvebûne û nexweşên mayî jî tenê (50) nexweş in û di bin çavdêrîya pizîşkî de ne.

Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.

Wezareta Tenduristîyê

Hikumeta Herêma Kurdistanê

3-5-2020

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mesrûr Barzanî: Me ji bo rêvebirina 3 bankên xwînê salane 4 milyon dolar terxan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku salane 4 milyon dolar ji bo rêveb…