سه‌ره‌تا kurdistanî Şandeka hikûmeta Kurdistanê sibê diçe Bexdayê

Şandeka hikûmeta Kurdistanê sibê diçe Bexdayê

1 min read
0
89

Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê ragihand, şandeka din ya hikûmeta Kurdistanê bo kirîza mûçe û nefta Kurdistanê diçe Bexdayê.

Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa ji BasNewsê re got, şandeka hikûmeta Kurdistanê dê sibê serdana Bexdayê bike.

Faris Îsa her wiha got, şanda hikûmetê dê bo kirîza mûçe û nefta Kurdistanê bi berpirsên Iraqî re gotûbêj bike.

Nûnerê hikûmeta Kurdistanê da zanîn, vê carê dê şanda Kurdistanê bi arasteya rêkeftina dawiyê diçe Bexdayê.

Şandeka hikûmeta Kurdistanê hefteya borî jî çûbû Bexdayê û li ser kirîza mûçe û nefta Kurdistanê bi berpirsên Iraqî re gotûbêj kiribû lê kirîz nehatibû çareserkirin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serkirdeyekî ENKSê: Hêviyên gelê me ji diyaloga kurdî dê bicih bibin

Endamekî Desteya Serokatiya ENKSê radigihîne, “Em di Tevgera kurdî dî ji 63 salan ve ji bo…