سه‌ره‌تا Derve Ellawî dijî kabîneya Mistefa Kazimî ye

Ellawî dijî kabîneya Mistefa Kazimî ye

1 min read
0
63

Îro roja yekşemê 03.05.2020an Serokê Hevpeymaniya Niştimanî Eyad Ellawî îro serdana Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî ki û nerazîbûna xwe dijî hikûmeta Mistefa Kazimî derbirî.

Di daxuyaniyekê de Eyad Ellawî ragihand ew wan îddîayan red dikin ku wê piştevaniyê li kabîneya Mistefa Kazimî bikin. Ellawî aşkere kir di bernameya kabîneya xwe de Eyad Ellawî daxwazên xwepêşanderên Iraqê bi cî nekiriye.

Herwiha Ellawî da zanîn diviyabû nûnerên xwepêşanderan û nûnerên sendîkayên pîşeyan jî di kabîneyê de cihê xwe bigirtana.

Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya ku Nûrî Malîkî serokatiyê wê dike û Tevgera Sedir û çend kesayetên din ê şîeyên Iraqê aşkere kiribûn wê piştevaniyê li kabîneya Miztefa Kazimî nekin. Bi tene 10 roj maye bo Mistefa Kazimî kabîneya xwe pêk bîne. Heger Parlementoya Iraqê piştevaniyê lê neke Mistefa Kazimî jî wê weke Mihemed Ellawî nikaribe hikûmeta xwe ava bike.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Barzanî: Pabendbûna hemwelatiyan bi tedbîran girîng e

Êvara îro roja duşemê 01.06.2020an Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand pabendbûna hemwelati…