سه‌ره‌تا kurdistanî Wezîrê navxwe yê Kurdistanê: Qedexeya derketina derve dê were dirêjkirin

Wezîrê navxwe yê Kurdistanê: Qedexeya derketina derve dê were dirêjkirin

2 min read
0
61

Wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê ragihand, ewê qedexeya derketina derve û hatin û çûnê, ku ji ber belavbûna vîrusa Koronayê hatibû ragihandin, dirêj bikin.

Nêzîkî mehekê ye li Herêma Kurdistanê, ji ber belavbûna vîrusa Koronayê qedexeya derketina derve û hatin û çûnê hatiye ragihandin.

Li gorî fermana wezareta navxwe, qedexe dê sibê (10 Nîsanê) xilas bibe.

Lê wezîrê navxwe Rêber Ehmed ji BasNewsê re got, qedexeya derketina derve di rûbirûbûna vîrusa Koronayê de gelekî bi sûd û baş bû. Eger me qedexe ranegihandiba niha bi hezaran welatiyên me bi vîrusa Koronayê ketibûn.

Rêber Ehmed her wiha got, ji ber wê jî emê qedexeya derketina derve û hatin û çûnê dîsa dirêj bikin. Lê em niha mijûlî nirxandina rewşê ne û dê îro yan sibê hûrgiliyên ferman û biryarên nû di vî warî de ji raya giştî re eşkere bikin.

Wezîrê navxwe hişyarî da welatiyan û ragihand, eger qedexe were şikandin metirsiya belavbûna vîrusa Koronayê dê zêdetir bibe ji ber wê jî bila welatî li malên xwe de bimînin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo gelê Kuwêtê

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehm…