سه‌ره‌تا kurdistanî Mesrûr Barzanî bi rêya peywendîya vîdyoyî, destxweşî li rêvebrê polîsên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê kir

Mesrûr Barzanî bi rêya peywendîya vîdyoyî, destxweşî li rêvebrê polîsên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê kir

4 min read
0
74

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, evro bi rêya peywendîya vîdyoyî li gel her yek ji rêveberên polîsên Parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê axivt û sûpas û pîzanînên xwe derbirî û supasîya wan kir bo hewl û mandîbûna hêzên navxwe û polîsan.

Di destpêka peywendîyê de, serokê wezîran li gel Aso Şêx Teha, rêveberê polîsên Silêmanîyê axivt, ji rewşa wî, malbat, kesûkarên wî û tevaya karmendên polîsên Silêmanîyê pirsî û got: Bi cidî hun bûne sîmbulê qeheremanîyê û ew karê hun dikin bo paraztina jîyana xelkî, cihê şanazîya me hemûyane û hun cihê şanazîyê ne û bi we serbilindim û destxweşîyê li hewe dikim û hêvîdarim berdewam bin di vê erêkê pîroz de, bo paraztina jîyana hemû xelkên Kurdistanê.

Di beranber de, Aso Şêx Teha got: Ev peywendîya cenabê hewe, we li me dike zêdetir hewil bidîn bo paraztina canê hevwelatîyan û ew erkê pîrozê ser milên me bi baştir encam bidîn.

Her di vê çarçoveyê de, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, li gel Dilêr Necar axivt û rêvebrê polîsên Hewlêrê got: 24 demjimêran di erik deyîne. Ez bi xwe jî 20 demjimêran li ser cadeyê me, di beranber de, serok wezîran bi girnijîn ve gote wî: Heke tu ev qas li ser cadeyê bî, tu li gel mal çawanî? rê didin tû vegerî mal.

di pişkeka dî ya peywendîyên de, serokê wezîran tekez kir, heke em hemû hevkar bîn dikarîn rewşê kontirol bikîn. Renge bi danana şînîyekê yan kombûnekê ku kesên neberpirsyar encam bidin, xelkek mezin tûş bibe. Dixwazim bi hevwelatîyan re bibêjêm, ew core kesên hanê bi tenê xwe azar nadin, lê hemû xelkên Kurdistanê azar didin.

Di peyamekê de bo rêveberê giştî yê polîsên parêzgeha Duhokê, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bala rêveberê polîsan kişande ser kempên awareyan û penaberên sinûrê parêzgeha Duhokê û got: Çawa xelkê Herêma Kurdistanê diparêzin zêdetir wan heval û xelkên din biparêzin, çunku ew mihvanên me ne û emanet in li ba me.

Di dawîya peywendîya xwe de jî, serokê hikuemta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî daxwaz kir, hêzên navxwe zêdetir haydarê rewşa tenduristîya xwe bin û xwe biparêzin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …