سه‌ره‌تا kurdistanî Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek da

Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek da

2 min read
0
63

Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir.

Îro 09.04.2020ê berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Cotyar Adil daxuyaniyekê de aşkera kir: ‘’Li hin kanalên çapemeniya navxweyî de, bi armanca ji rê derxistina raya giştî nûçeyên bê bingeh tên belav kirin, ku xwedê girawî hikûmetê otomobîlên model 2020 bo wezîrên kabîneya 9.mîn kirîne.’’

Daxuyaniyê de hat gotin: ‘’Ew yek dûrî rastiyê ye û ti bingehekî wê tineye. Di vê dema hestyar de parastina selametî, tenduristiya hemwelatiyan, dabîn kirina xorak û mûçeyên fermanberan karê pêşî û serekî yê vê hikûmetê ye.’’

Berdevkê hikûmetê got: ‘’Endamên kabîneya 9.mîn ên hikûmeta herêma Kurdistanê bi hestê berpirsyartiyê ve li vê rewşa hestyar dinêrin, her yek ji wan li gor pisporiya xwe bi temamî xwe bo parastina tenduristiya hemwelatiyan dema xwe cuda kirine.’’

Dr. Adil Cotyar got: ‘’Em daxwazê ji dozgerê giştî dikin, tevdîrên pêwîst li hember wan kes û aliyan bigre, ku dibin sedemê neseqamgiriya civakî û derxistina aloziyan bo hizreke siyasî ya diyar û ji naha û pêde rê wan alozkaran re nede.’’

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …