سه‌ره‌تا kurdistanî Wezareta Tenduristiyê dawî amarên korona belav dike

Wezareta Tenduristiyê dawî amarên korona belav dike

3 min read
0
80

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya hejmar (33) de, amarên nû yên pêketina bi vîrusa Korona ragihandin ku vî awayî ne:

1- Kerentîn

Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (5474) kes li (36) cihên cuda bûn. Niha tenê (1226) kes di kerentînê de mane, (216) kes li Hewlêrê, (192) kes li Silêmaniyê, (733) li Duhokê, (50) li Helebce, (30) li Raperînê. (4248) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (159) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine kerentîkirin.

2- Pişknîn

Di 24 demjimêrên bûrî de (500) pişknîn hatin kirin, (324) li Hewlêrê, (120) li Silêmaniyê, (56) li Duhokê.

Derencam (22) pêketiyên nû hatin tomarkirin:

Li parêzgeha Hewlêrê (8) kes in, ku 4 bi regez nêr û temanên wan (40, 31, 37, 32) salî ne. 4 bi regeza mê û temenên wan (32, 16, 14, 2) salî ne, ku 3 ji wan di kerentîneyê de bûn û ji welatê Fransayê vegeriyabûn, 5 jî berketiyên tûşbûyekî nahiya Xelîfanê ne.

Li Parêzgeha Silêmaniyê (14) kes in, 6 bi regerza nêr in û temenên wan (64, 57, 34, 32, 30, 4) salî ne. 8 bi regeza mê ne û temenên wan (60, 54, 40, 29, 22, 20, 17, 14) salî ne, 7 ji wan li qezaya Derbendîxanê ne û berketiyê tûşbûyekî berê ne. 7 kes jî li nava bajarên Silêmaniyê, ku 5 ji wan pêştir geşt kiribûn.

3- Amerên Giştî

Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (150) kes in, jê (2) haletên mirinê hene û (55) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşîyê li Wezareta Navxwe û tîmên pizîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike bi ti awayekê ji malên xwe dernekevin derve, pabendî rênimayên tenduristîyê bin, têkildarî kesên din nebin û di dema pêwîst de pêwendiyê bi hêla germa (122) re bikin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …