سه‌ره‌تا kurdistanî Qaymeqamê Hewlêrê: Kî bi qaçaxî mirovan derbasî nav bajêr bike dê were sizadan

Qaymeqamê Hewlêrê: Kî bi qaçaxî mirovan derbasî nav bajêr bike dê were sizadan

1 min read
0
63

Qaymeqamê Hewlêrê ragihand, ewên ku bi qaçaxî rêwî ji derveyî bajarê Hewlêrê anîne nav bajêr, dê bên sizadan.

Polîsê tirafîka Hewlêrê îro ragihand, wan çend kes girtine ku dixwasin bi qaçaxî hinek kesan ji derveyî bajêr derbasî nav bajêr bikin.

Qaymeqamê Hewlêrê, Nebez Ebdulhemîd li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, rast e hinek kesan dixwastin bi qaçaxî hinek rêwî û kesên ereb derbasî nav Hewlêrê bikin lê hêzên polîs nehîştin û şofêrên otomobîlan jî hatin girtin.

Nebez Ebdulhemîd her wiha got, emê wan kesan bidin dadgehê da ku êdî kes tiştekî wisa neke.

Ev çend roj in ji ber nexweşiya Koronayê qedexeya hatin û çûnê li seranserî Herêma Kurdistanê hatiye ragihandin, her wiha ti kes nikare bê destûra hêzên ewlehiyê ji bajêr derkeve yan jî derbasî nav bajêr bibe.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mesrûr Barzanî: Me ji bo rêvebirina 3 bankên xwînê salane 4 milyon dolar terxan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku salane 4 milyon dolar ji bo rêveb…