سه‌ره‌تا Derve Macron: Ji malên xwe dernekevin

Macron: Ji malên xwe dernekevin

1 min read
0
153

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron tedbîrên nû yên bo têkoşîna dijî vîrusa korona ragihandin.

Macron bang li gel kir ku heta ne pêwîst be ji mal dernekevin û dîyar kir ku kî li gor tedbîran tevnegere ewê werin ceza kirin. Di kongereyeke rojnemevanî de Macron got: ‘’Ez dizanim ku tiştên ez ji we dixwazim we berê ti car nedîtiye, lê jiber rewşa niha ew hewce ne. Em di cengê de ne.’’

Herwiha Macron da zanîn ku leşkerên artêşê dê bo veguhestina nexweşan alîkarîyê bikin û dîyar kir ku ewê nexweşxaneyeke leşkerî ya li sînorê Almanya jî bikar bînin.

Macron bi berdewamî dîyar kir ku gera duyê ya hilbijartinên herêmî hatiye paş xistin.

Li Fransa, bar, restoran û xwendingeh jî jiber vîrusa korona hatine girtin. Ligor amarên dawî li Fransayê herî kêm 3 hezar însan tûşî koronayê bûne û 853 kes jî ji ber vîrusa koronayê mirine.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mesrûr Barzanî: Me ji bo rêvebirina 3 bankên xwînê salane 4 milyon dolar terxan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku salane 4 milyon dolar ji bo rêveb…