سه‌ره‌تا kurdistanî Dozgeriya giştî ya Kurdistanê: Kî tedbîrên li hember Koronayê bicîh nehîne, dê were sizadan!

Dozgeriya giştî ya Kurdistanê: Kî tedbîrên li hember Koronayê bicîh nehîne, dê were sizadan!

2 min read
0
123

Serokatiya dozgeriya giştî ya Herêma Kurdistanê hişyarî da welatiyan û ragihand, kî tedbîrên li hember belavbûna nexweşiya Koronayê binpê bike, dê were sizadan.

Berdevkê serokatiya dozgeriya giştî ya Herêma Kurdistanê, Piştîvan Simko ji BasNewsê re got, hikûmeta Kurdistanê li hember belavbûna nexweşiya Koronayê hinek tedbîr girtine û çend biryar dane. Ji ber wê jî binpêkirina wan tedbîr û biryaran, sûc e ji ber ku ziyanê digehîne tenduristiya giştî û binpêkirina mafên giştî ye.

Piştîvan Simko her wiha got, vêca her kes wan tedbîr û biryaran binpê bike û sûcek wisa encam bide dê were sizadan.

Berdevkê serokatiya dozgeriya giştî ya Herêma Kurdistanê behsa bikaranîna sosyal medyayî jî kir û got, yên ku di sosyal medyayê de agahiyên xelet belav dikin û welatiyan ditirsînin, ew jî dê bên sizadan. Bila welatî li dadgehê gilî li wan kesan bikin yên ku dibin sebeba tirsandina xelkê.

Piştîvan Simko li ser wan kesên ku bi qaçaxî ji derveyî welat vegeriyane û naçin qerentînê jî, got, ew jî eger neçin qerentînê wê çaxê ziyanê digehînin tenduristiya giştî û mafên giştî binpê dikin, loma ewê jî bên sizadan.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Encûmena Wezîran danûstandinên ligel Bexdayê gotûbêj kir

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdis…