سه‌ره‌تا kurdistanî Wezîrê tenduristiya Kurdistanê: Me ji ber Koronayê bi fermî ji Çînê daxwaza alîkariyê kir

Wezîrê tenduristiya Kurdistanê: Me ji ber Koronayê bi fermî ji Çînê daxwaza alîkariyê kir

2 min read
0
86

Wezîrê tenduristiya Herêma Kurdistanê, dr. Saman Berzencî ragihand, wan bi fermî daxwaza alîkariyê ji Çînê kirine bo nehîştina nexweşiya Koronayê.

Wezîrê tenduristiya Kurdistanê dr. Saman Berzencî îro li Hewlêrê bi konsolê Çînê li Hewlêr, Nî Rûçî re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê, dr. Berzencî daxuyanî da rojnamevanan û ragihand, wan bi fermî daxwaza alîkariyê ji Çînê kirine bo nehîştina nexweşiya Koronayê.

Wezîrê tenduristiyê da zanîn, hikûmeta Çînê jî rizamendî nîşan daye ew tîma pispor ya Çînê ya ku li Bexdayê ye, derbasî Herêma Kurdistanê bibe da ku ezmûna xwe di nehîştina nexweşiya Koronayê de bidin Herêma Kurdistanê.

Dr. Saman Berzencî her wiha ragihand, hikûmeta Çînê 200 hezar maskên taybet bi nexweşiya Koronayê jî pêşkêşî Kurdistanê kir û got, emê yekser wan maskan bi ser nexweşxaneyan de parve bikin.

Li ser rewşa wan kesên ku li Hewlêrê bi nexweşiya Koronayê ketine jî, wî wezîrê Kurdistanê got, rewşa wan baş e û di bin çavdêriyê de ne.

Wezîrê tenduristiya Kurdistanê daxwaz ji welatiyan jî kir di dema têst û pişkinînê de alîkariya dezgehên tenduristiyê bikin û got, bila welatî heta ji dikarin ji mal dernekevin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mesrûr Barzanî: Me ji bo rêvebirina 3 bankên xwînê salane 4 milyon dolar terxan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku salane 4 milyon dolar ji bo rêveb…